Asayîşa Êzdîxanê hat avakirin
ŞENGAL – Di dîroka Êzîdxanê de cara yekem hêza asayîşa hat avakirin.
Li Şengalê yek ji sedemên komkujiya ku çeteyên DAIŞ’ê pêk anîbû, wekî nebûna hêzên parastinê hatibû diyarkirin. Lewma bi berxwedan û rizgarkirina herêmê re li ser xebatên parastinê zêde hat rawestandin. Di çarçoveya van xebatan de di dîroka Êzidxanê de cara yekemîn hêza asayîşê hat avakirin.
Li Akademiya Şehîd Şengal yekemîn dewreya asayîşa Êzîdxanê bi dawî bû. Dewreya ku 40 ciwanên êzidî tevlî bûn, mehekê berdewam kir.
Dewreya asayîşê îro bi merasîmekî leşkerî bidawî bû. Di merasîmê de endamê Rêveberiya Akademiya Asayişê Hisên Erzurum axivî û got: “Tekane bersiva herî rast û baş a li hemberî fermanê xwe parastin û bihêzkirin e. Çawan saziyên din yên êzidiyan hatin rêxistinkirin û mezinkirin, em ê jî asayişê mezin bikin û gelê xwe li nava bajar û derve biparêzin.”
Hisên Erzurum destnîşan kir ku ev dewreya yekemîn e û ew ê van dewreyan bidomînin.
Hisên Erzurum di dawiya axavtin xwe de bang li ciwan û jinên êzdî kir û got: “Ji vir û pê de em ê li benda tu kesan nemînin ku werîn gelê me biparêzin. Em ê serî bidin lê li hemberî tu hêz û tu aliyan serî ne tewînin. Ji bo wê ez bang li tevahî jin û ciwanên êzidî dikim ku werin cihên xwe di nava refên asayîşa Êzidxanê de bigirin. Îro roj roja xîret û namusê ye.”
Li ser navê Meclîsa Avaker a Şengalê Herbo Xidir jî axivî û hêza asayişê li gelê Şengalê pîroz kir. Xidir ev tişt anîn ziman: “Em êdî baş dizanin ku di fermana 73’yan de çi bi serê me hat, sedema wê jî tenê bêparastin bû. Ji bo wê ji nan û av zêdetir parastin ji bo me pêwîst e.”
Endamên asayişa Êzdixanê jî nêrînên xwe wiha anîn ziman: “Di dîroka me de cara yekemîn e asayîşa me ya êzidiyan tên avakirin. Ji bo em careke din nebin qûrbanê fermanek din em ê li hindir û derveyî bajaran parastina gelê xwe bikin. Bila êdî her kes baş bizanibe em ne muhtacî kesekê ne û pêwistiya me bi kesekê tune ye. Êdî hêza asayîşa Êzdîxanê heye.”
Di dawiya merasîmê de endamên asayişê sûnd xwarin û bawernameyên xwe girtin.
Merasîm bi stran govendê bi dawî bû.
(ra/a)
ANHA