Zimanê pehlewî yê eşkanî
Zimanê pehlewanî Partî | ||
---|---|---|
Pahlawānīg | ||
Welatên lê tê axaftin | ||
Axiverên zimanê zikmakî | ||
Malbata zimanî | Zimanên hind û ewropî
| |
Awayên kevn | ||
Sîstema nivîsê | Partiya neqşî, elfabeya maniyî | |
Kodên zimanî | ||
ISO 639-3 | xpr |
Zimanê pehlewî yê eşkanî - an jî zimanê pehlewanî an zimanê partî[1] - zimanê gel, keyetî û xanedana eşkaniyan bû. Di dema 250ê berî zayînê heta sala 224 de li kêleka aramî wek zimanê fermî yê keyekseriya eşkaniyan hat bikaranîn û di dema Sasaniyan de dijîya û tê zimanê Sasanî şûna wê girt.
Ziman û peywendî bi kurdiyê re
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ji zimannasên ewropayî yên navdar weke Jost Gippert[2][3] yan jî Gernot Windfuhr[4] hat nivîsîn ku zimanê pehlewanî pêşrewê hemû zimanên îraniyên bakûr rojavayî ye wek gilekî, talişî, semnanî, mazenderanî û bi taybetî jî ji zimanên kurdî. Tê gotin ku piştî cihgirtina Pehlewaniyan (Eşkaniyan) li şûna Medan li navenda Medan a Ekbatana (Hemedana îro) ew ziman bandora xwe daye zimanên îraniyên bakûr rojavayî yên ku li nav wan de zimanên kurdî jî hene. Îro bi taybetî zimanê Kirmanckî/Zazakî li zimanê Pehlewaniya emperyala Eşkaniyan nêzîk e û pir wekheviyan nîşan dide. Zimannas û zanyarê Mehrdad Izady[5] îdîa dike ku pê re, zimanê pehlewanî û xwe navê Pehlewan, Pehle, Pahla û hwd. li Kurdistanê hîna dijîn. Jê nimûneyek navê zimanê Feyliyan e ku bi eslê xwe û berê Îslamê wek Pehlî hat nasîn. Ji ber ku di alefbayê erebiyê de tîpê p tine ye, ji vê demê ve bo vî zimanê kurdî, Feylî hat gotin. Her wiha tê zanîn ku li Kurdistana Rojhilatê devereke bi navê Pahla heye ku tê de hîna Kurdên feylî û lekî dijîn.
Berhevdana zimanê pehlewanî bi zimanên kurdî re
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Zimanên Kurdî | zimanê pehlewî yê eşkanî | |||||
---|---|---|---|---|---|---|
K. bakûrî | K. nawendî | K. başûrî | Lekî | Hewramî | Kirmanckî | |
ez | min | min | min | min | ez | ez |
ba | ba | wa | va | wa | va | wat |
baran | baran | waran, warşit | waran, veşt | waran, weşt | varan | waran |
bêj- | wêj- | wîş- | - | waç- | vac-, vaj- | waj- |
zava | zawa | zawa | zuma | zema | zama | zamat |
roj | roj | rûj | rûj | ro | roce, roje | roj |
jin | jin | jin | jen | jenî | cenî | jen |
xwarin | xwardin | xwardin | hwardin | wardey | werdene | wxarden |
masî | masî | masî | - | masaw | mase | masyag |
nivêj, nimêj | nwêj | nwîj | - | nima | nimaj | nimaj |
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ ŞUCAÎ, Behroz (2001). "Zimanê partî" (PDF). Kovara Kurmancî. 28: 1, 2. Ji orîjînalê (PDF) di 8 îlon 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 8 îlon 2020.
{{cite journal}}
:|archive-date=
/|archive-url=
li hev nayê; 15 tîrmeh 2020 tê pêşniyazkirin (alîkarî) - ^ * Jost Gippert: Die historische Entwicklung der Zaza-Sprache, in: Ware - Zeitschrift der Zaza-Sprache und Kultur 1996, Baiersbronn. Online: http://zazaki.de/deutsch/aufsaezte/gippert-entwicklung%20zaza.pdf Girêdana arşîvê 2016-03-04 li ser Wayback Machine
- ^ * Jost Gippert in Ferdinand Hennerbichler (2009): Die Kurden - Geschichte des kurdischen Volkes von Anfängen bis zur Gegenwart
- ^ Gernot Windfuhr: Kurdish Complex, Personal Webpage of Ferdinand Hennerbichler (2011) http://www.hennerbichler.info/-kurdish-complex-.html Girêdana arşîvê 2013-08-28 li ser Wayback Machine
- ^ M. Izady (1992): The Kurds: A Concise Handbook, Taylor & Francis Publishers