iBet uBet web content aggregator. Adding the entire web to your favor.
iBet uBet web content aggregator. Adding the entire web to your favor.



Link to original content: https://ku.wikipedia.org/wiki/Pira_Malabadê
Pira Malabadê - Wîkîpediya Here naverokê

Pira Malabadê

Pira Malabadê
  • Deck arch bridge
  • cihê turîstîk Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
38°09′Bk 41°12′Rh / 38.15°Bk 41.2°Rh / 38.15; 41.2
DewletTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
Dirêjbûn150 m Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Pireya Malabadê - ji jor ve. Li çepê pireya nû (jê re dibêjin "pira tirkan") tê dîtin.
Pira Malabadê

Pira Malabadê pireke dîrokî yê di navbera navçeya Farqîna bi ser Amedê ve û Batmanê de ye ku li ser Çemê Batmanê hatiye avakirin.

Pira Malabadê di sala 1147an da hatiyê çêkirin. Dirêjiya pirê 150 mêtre ye û firehiya pirê 7 mêtre ye. Xala herî bilind ê pirê digihîje 19 mêtreyan.

Pir bi kevirên rengîn hatiyê avakirin û di nav pirên ji kevirên birî yê cihanê de xwedîye kemberên herî fireh e. Di navbera her du kêlekên kemberê de du ode hene û ji pênc çaviyan pêk tê. Fireyiya kembera pirê 40 mêtro û ji nîvê kemberê bilindahî jî 20 mêtro ye. Bi van pîvanan, pir dikare qubeya Ayasofyayê bi hêsanî di nav xwe de biveşêre.

Pira Malabadê di dinyayê de, di nav pirên kevir de xwedî kembera herî mezin û fireh e. Li gorî ku di nav gelê herêmê de tê gotin, pir ji aliyê Badê kurê Dostik ve di dema Desthilatdariya Merwaniyan de hatiye avakirin ku loma jê re gotine Mala Bad ango Mala Badê.

Heya roja îro Pira Malabadê çend car xera bûye. Ji bo avakirina pirê kalkerê gewr hatiye bikaranîn. Li ser pirê hin nivîstek û fîgur hene ku neha baş nayêne xwendin. Lewra zarokan bi ramana şaş a ku ev heykel ji aliyê gawiran ve hatiye çêkirin, xwe hildikişandine jor û bi kevir û biviran ev nivîstek û fîguran dişikandin. Lê ev nivîstek û fîgurên li ser vê pirê, dişibine nivîstek û fîgurên Heskîfê û pirên li Cizîrê.

Di salên 1950yan de ji bo çûnûhatina wesayîtan li kêleka pira Malabadê pireke nû hatiye çêkirin. Di roja îro de pira nû ji bo çûnûhatina di navbera Farqîn û Batman û Bedlîsê tê bikaranîn.

Pêşangeha wêneyan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]