iBet uBet web content aggregator. Adding the entire web to your favor.
iBet uBet web content aggregator. Adding the entire web to your favor.



Link to original content: https://ku.wikipedia.org/wiki/Name
Name - Wîkîpediya Here naverokê

Name

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Zerf û name

Name yan reşbelek an jî mektûb, peyameke nivîskî ya ji hêla kesekî an komek kesan dihê şandin ji bo kesên din. Ev peyam bi hin formên navîn tê ragihandin. Corên wê li gorî resmiyeta xwe dikarin bên kategorîzekirin. Ew dikarin fermî bin (mîna nameyên karsaziyê) an nefermî (mîna nameyek ji bo hevalan).

Name di tevahiya dîroka xwe de, her ji dema şaristaniyên kevnar ên Hindistan, Misir û Sumer heta roja me ya îro forma sereke ya belavkirina pêzanîn û agahiyan bûye. Ji bo vê yekê, malzemeyên nivîsandinê bi gelek awayên cuda yên wekî metal, tabloy hatine bikaranîn. Di sedsalên 17. û 18. de, nivîsandina nameyan bû rêyeka hêsan ji bo parvekirina agahiyan. Ji ber pêşketina teknolojiyê, wek telgraf, telefon, faks û e-mail, girîngiya nameyên kaxezî kêm bûye.