iBet uBet web content aggregator. Adding the entire web to your favor.
iBet uBet web content aggregator. Adding the entire web to your favor.



Link to original content: http://ku.wikipedia.org/wiki/Cin
Cin - Wîkîpediya Here naverokê

Cin

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Mîrê cinan ê îniyê yê bi navê Zewbe'e, li gorî "Kitab el-Bulhan" (1390-1450). Pirtûk li Pirtûkxaneya Bodleyî (Bodleian Library, Brîtanya) ye.

Cin hebûneke ruhanî, mîtosî ye. Di gelek baweriyên kevn û nûjen de derbas dibe. Piştî belavbûna ola Îslamê li Kurdistanê ketiye zimanê kurdî jî. Lê bêtir di nav gel de gotina "jimeçêtirka" (ew canberên ji me ango mirovan çêtir) ji bo bêjeya "cin" tê bikaranîn. Beriya Îslamê ji bo peyva cin, bi pirranî dêv dihate bikaranîn. Cin di her baweriyê de xwedî taybetiyeke cuda ye.

Cin di baweriya Ewropiyan de

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Demon (daimon) tê binavkirin ku ev ji zimanê Grekî tê. Dikeve bedene mirov û kesayetiya mirov xirab dikin. Sadîst, êrîşkar, xwînrêj û tolaz in. Milyaketên şeytên in. Wekî ruh in, ne maddeyî ne. Mirov dikare bi bawerîxurtkirina xwe wan ji kesayetiya xwe derîne. Hin caran bi riya medyûman dikarin têkilî bi mirovan re daynîn û armancên xwe bêjin. Ola Xirîstiyaniyê jî bawerî bi hebûna wan tîne lê qedexe dike ku mirov bi wan re bilî bibe. Lewra ew dikarin ziyanên mezin bidin mirovan.

Cin di baweriyên rojhilata navîn û Îslamê de

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Cin di hemî kulturên rojhilata navîn de cih digire û wekî hev tê îzahkirin. Gorî ola Îslamê cin jî wekî mirovan xwedî îrade ne. Muhemmed pêxember dînê Îslamê raveyî wan jî kiriye. Wan jî wekî mirovan an pejirandine, an jî red kirine. Ên ku pejirandine dê herin bihuştê. Cin nayên dîtin, dîtbar nînin. Ew jî wekî mirovan dimirin, dizewicin. Bilez in û temendirêj in. Zanîna wan hatina sînorkirin. Hin caran bi daxwaza wan, bi mirovan re têkilî datînin.

Cin di kultura kurdî de

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Baweriya hebûnên ruhanî pirr kevn e di kultura kurdan de. Dînê îslamê bandoreke mezin li kultura kurdan kiriye. Kurd berê ola zerdeştî, olên Mîtra dihewandin. Niha bi pirranî şîrovekirina cinan dişibe ya ola îslamê. Di çîrokên kurdî de cin wiha tên şîrovekirin "dest û lingên wan berepaşî ne, xwe di dirûvên jin an mêran de nîşanî mirov didin. Mirov ji rê dertînin. Xirabiyê bi mirov dikin. Dilê kê ket wan, dikeve bin otorîteya wan. Cingirtin gengaz e".[çavkanî hewce ye]

Cin di zanîstê de

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji cîhana binhişarê tên. Sistbûna kesayetiyê û hişarê, hin nexweşiyên neurologîk, raxwarina madeyên trankîlîzan û psîkotrop, hin tabloyên paranoîd şîzofrenîyê hwd dibe sedem ku mirov hin îllûzyonan bîbîne û bi wan re têkeve têkiliyan. Wekî tablo yan elementekê nexweşiyan e. Li kultura Ewropiyan kêm e ev nexweşî. Lewra Ewropî jiyaneke nûjen, rastegîn dijîn. Li Asyayê pirr behsa hebûnên ruhanî tên kirin.